İbrahim Atmaca
31 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2019
MUŞ
Li Mûşê ji ber berf û bagerê 40 kesên ku bi wesayîtên xwe va di rêya gund da mehsûr mabûn ji aliyê ekîbên berfê va hatin xelaskirin
40 kesên diçûn gundê Elçîlerê ku 45 kîlomêtre dûrî navendê ye, di berfa ser rê da asê man.
Piştî ku gundiyan cab da ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr şandin herêmê û seba xelaskirina 40 kesan xebatê dest pê kir.
Piştî xebata sê saetan a ekîban kesên ku di rê da mabûn hatin xelaskirin û gihîştin gund.
Ji welatiyan Bedrettîn Bîlen spasiya ekîban kir.
Ayhan Karataş jî got kuew ji Vartoyê wek mêvan hatine û wiha dewam kir: "Sê saet in em di rê da ne, em 7 erebe li vê derê man. Me zincîr jî avêt ser tekan, lê derneket. Piştî ku makîneya kar rê vekir em paşê xelas bûn."
Şefê operatorê yê ekîba berfê Tolga Akaydin got ku seba vekirina rêyên hatine girtin ew xebatên xwe bê navber didomînin.