Abdullah Tel
20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê dauyanî da û diyar kir ku di çarçoveya Tevgera Feratê da Sandarah û Kadrîşa li rojavayê herêma Raîyê dikevin hatin rizgarkirin.
Hat gotin ku di roja 27emîn a operasyonê da tearûza hemberî DAEŞê di navbera herêmên Azez-Raiyê ku 5 komên Wezîfeya Taybet a ji hêzên muxalifan pêk tên, birêve dibin didome.
Di daxuyaniyê da hat gotin herêma Sandarah û Kadrîşaya ku dikevin rojavayê herêma Raîyê kete bin kontrola hêzên muxalif.
Serokatiya Sererkaniyê der heqê Tevgera Feratê da agahî da û destnîşan kir ku li herêmên hatin rizgarkirin xebatên, çavnêrî, keşif, tespîtkirina hedefan û parastina deverên rizgarkirî didome û hat gotin ku di çarçoveya tevgerê da heta niha 900 kîlometroduca hatiye rizgarkirin.
Daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo 764 hedefan 3 hezar û 159 gule, roket û bombe hatine avêtin.