20 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
NEW YORK
Serokomar Recep Tayyip Erdoganê ku ji bo beşdarî civîna Lijneya Giştî ya 71emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe hate New Yorkê li vir bi Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî re hat bal hev.
Erdogan û Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî li otela Penînsulayê hatin bal hev.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li ber otelê Mîrê Qatarê Sanî pêşwazî kir.
Hevdîtina Serokomar Erdogan û Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî saetek û 20 deqîqe ajot.