04 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Tebax 2017
VAN
Serdozgeriya Komarê ya Wanê di îdianameya ji bona lêpirsîna DEAŞa rêxistina terorê amade kir da destnîşan kir endamên rêxistinê "Telegram"a bernameya peyaman emilandine û telîmatên çalakî û êrîşan bi saya bernameyê dane.
Serdzogeriya Wanê 13 jê girtî îdianameya ji bona 17 gumanbarên DEAŞê yên kadroyên li Wanê ne amade kir û îdianame bi destê Dadgeha Cezayê Giran a 2emîn ya Wanê hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da der barê îdeolojî û rêxistinîbûna DEAŞê da agahiyên berfireh tê dayîn û ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" ji 5 salan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Wek mayîn di îdianameyê da destnîşan kir ku endamên rêxistinê "Telegram"a bernameya peyaman emilandine û telîmatên çalakî û êrîşan bi saya bernameyê dane.