23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ANKARA
Mehmet Şîmşekê Alîkarê Serokwezîr beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû.
Şîmşek di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê da 3 wêne hilbijart.
Şîmşek di kategoriya nûçeyê da wêneya Munîr Zakîroglu ya "Protestoya welatiyan li dijî hewla derbeyê" hilbijart û diyar kir ku mijara herî girîng a îsal hewla derbeyê bû.
Mehmet Şîmşek di kategoriya jiyanê da wêneya Arîf Hudaverdî Yaman ya "Pişîkên Mizgefta Ezîz Mehmûd Hudayî" û di kategoriya sporê da jî wêneya Volkan Furuncu ya "Wefata Mihemed Elî" hilbijart.