23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
MALATYA
Ji bo Meletî, Adiyaman, Elezîz, Tûncelî û Bîngolê hişyariya qerm û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li Kovancilar, Palu, Karakoçan, Aricak û Alacakaya navçeyên Elezîzê û Tûncelî û Bîngolê wê berf bibare.
Dibe ku li van bajaran bi şev û serê sibê qerm û cemed û cî bi cî jî mij û dûman çêbe. Divê welatî û rayedar ji bo rewşên neyînî baldar û bi tevdîr bin.