Fatih Gazioğlu
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
MUGLA
Dadgeha Cezayê Giran a 2emîn ya Muglayê der barê doza rûniştina hewla suîqesta li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û kuştina 2 polêsan de biryar da ku 4ê cotmehê roja çarşemê bê kirin.
Rûniştin ji ber tengbûna cih li salona Odeya Sanayî û Bazîrganiya Muglayê hat kirin. Di rûniştinê de teknîsyenê firokeyê binefser Aydin Ozsicak, Murat Gosterît û Ahmet Koçan xwe parastin.
Şikbar Ozsicak îdia kir ku haya wî ji hewldana derbeyê nebû û ji ber hin sedemên ku wî jî nedixwest çêbûne û ew mecbûr maye beşdar bûye. Ozsicak îdia kir ku ew li gorî rapora tehqîqeta îdarî bê sûc e û ji ber tunebûna xebatkaran beşdarî firînê bûye.
Şikbar Gosterît jî got ku heta tîmên hêzên teybet hatin Baregeha Jetan a 2yemîn ya Çigliyê wî nizanibû ev helwdaneke derbeyê ye û telefona wî jî girtibû. Gosterît wiha got: "Ez li wê derê nebûma jî ev firîn dîsa bihata kirin. Ez derbekar nînim û tu eleqeya min û FETOyê tuneye. Min bi tenê telîmatên ku dane me, anîn cih. Min zaniba ev wezîfe sûc e, ez beşdar nedibûm."
Şikbar Koçan jî îdia kir ew jî mecbûr beşdarî hewldana derbeyê bûye û wiha got:
"Kesên ku ez ji bo vê wezîfeyê nivîsandin hê li meqamên xwe rûniştine. Ez di firînê de kesekî zêde bûm. Eger min armanca wezîfeyê bizanibûya min guhdar nedikir."
Serokê Dadgehê Emîrşah Baştog piştî parêzer jî guhdar kirin, ji bo biryarê rûniştinê paşve avête 4ê cotmehê roja çarşemê.