Abdullah Tel
21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Hûnê ji bo rê, park, kanalîzasyon çêkirinê û piştgiriyên civakî ji dewletê pereya bistînin, paşê bi dek û dolaban va wî pereyî bidin rêxistina terorê. De herin ji wê derê emê hesabê wan çavkaniyên dewletê ku ji bo milet da û wan rêvebirên herêmî bi kar neanîn bipirsin û di dev û pozên wan da bînin. Di vê mijarê da jî verastkirin wê bê meclisê."
Serokwezîr Yildirim got, "Em li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê navendên teze yên dewlemendiyê û navendên balkêşiyê ava dikin. Li vê derê fabirqeyê bên çêkirin. Em ê fabirqeyan çêkin, sektora taybet jî wê bixebitîne. Berhemên wan jî hetanî demekê em ê bikirin. Em ê ji bo hemû welatiyên me yên li wê derê û ciwanan îmkanên kar, xwarin û xurekê, amade bikin û pêşeroja wan amade bikin."