Türkan Tosun
07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Eşîrên ereb û tirkmenan yên li Heseke û Reqaya Sûriyê ji bo ku li hember PYD, DAEŞ û rejima Esed tekoşînê bidin wê bi hev re tevbigerin.
Ji bo ku bi hev re tekoşîn bê dayîn Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmenan hat avakirin û ji bo serokatiyê jî Elî Enwer El Bursan hat hilbijartin. Alîkarê serok jî Ehmed Abbud Cuxanî, Omer Dede û Enver Gitaf in.
Ehmed Abbud Cuxanî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew hewl didin ku ji bo şoreşa Sûriyê bixebitin û wiha axivî: "Gelê Sûriyê ji ber êrîşên rejima Esed, PKK, PYD, DAEŞ û komên terorê yên ku piştgiriya wan tê kirin pir zehmetiyan dikşînin. Ji bo ku li hember van tekoşîneke bitesîr bê dayîn em ê hevkariyê bikin. Tişta ku me dike yek welat û dînê me ye. Ev rêxistinên terorê ji bo ku hebûna xwe biparêzin gelê bêguneh kuşt an jî zor da wan ku ew koç bikin. Me berê jî behsa vê komkujiyê kir, lê tu kesî guh neda me. Înşallah ji vir pê ve em ê li her derê hewl bidin ku dengê xwe bidin bihîstin."
Cuxanî got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji serî pê ve dibêjin ku ew piştgiriya gelê bêguneh dikin.
- DAEŞ neftê dide rejima Esed
Cuxanî got ku îdiayên tên gotin ku "Tirkiye ji DAEŞê neftê dikire" derew in û wiha axivî: "Ez li herêma Şeddadî ya ku girêdayî Hesekeyê dijîm û niha ew der di destê DAEŞê de ye. DAEŞ ji sedî 75 nefta li wir dide rejima Esed û ji sedî 25 jî bi xwe bi kar tîne. Min ev bi çavên xwe dît."