Türkan Tosun
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
BITLÎS
Sedat Ozdemirê ku li Bidlîsê dijî bi berfê va peykeran çêdike, peykerên wî gelekî balê dikşînin.
Ozdemir di sala 2015an da ji beşa Çêkirina Seramîkan a Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Çukurovayê mezun bû, ji ber ku tayîna wî derneket zivirî cem malbata xwe û niha li gundê xwe Yolcularê dijî.
Zivistanê Ozdemir serê sibê ji xwe ra qadekî kifş dike, li wir berfê kom dike. Paşê bi birek û alavên peyker pê tên çêkirin va peykerên ji berfê çêdike.
Peykerên Ozdemir bala welatiyan dikşînin, hinek tên li cem wan wêneyan dikşînin.
Sedat Ozdemir ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku tayîna wî derneketiye û nehatiye wezîfedarkirin ew ziviriye gundê xwe.
Ozdemir got ew hewl dide peykerên ji şikl û dirûvên mirovên li herêmê û yên kêfa wî pê ra tên çêbike û wiha axivî: "Bi vî awayî ez hewl didim mirovan kêfxweş bikim. Yên tên û diçin dema peykaran dibînin kêfxweş dibin. Lewra cara ewil e ew vê dibînin. Dibêjin 'Ev çi ye û te çawa çêkir". Bi meraq lê dinêhêrin. Hinek wêneyan dikşînin. Jê hinek peykeran hembêz dikin selfie dikşînin. Tiştên xweş dibêjin, ev jî min kêfxweş dike."
Mehmet Şîrîn Şenê mixtarê gundê Yolcularê jî got welatî eleqeyê nîşanî peykeran didin.
Muhammed Aydinê li gund dijî jî got ew bi van peykeran ra wêneyan dikşînin û li ser medyaya civakî parve dikin.