İbrahim Atmaca
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
ANKARA
Ji bo qeraxên Behra Spî, Stenbol, Kocaelî, Bursa, Yalova, Hekarî û Şirnexê hişyariya barana gur hat dayîn. Li hin herêman digel baranê bagera wek firtoneyê jî tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê Tirkiyeyê hewa wê sibê ewrsayî û pirewrayî, ji bilî qeraxên Rojhilata Behra Reş, Artvîn û Erdexanê li her derê welêt baran tê payîn.
Bi giştî baran û tavî, li qeraxên Behra Spî cî bi cî birûsk, li aliyê hindur ê Rojhilata Behra Reş, Erzirom, Qers, Agirî û Wanê şilope û li deverên wan ên bilind berf tê payîn. Li Stenbol, Kocaelî, Yalova, Hekarî û Şirnexê jî baraneke gur tê payîn.
Li Rojhilata Anadoluyê ji aliyê başûrê rojhilatê va bager tê payîn, li gor texmînê bagera ku li Maramara, Ege û Behra Spî ya Navîn radibe jî wê bibe firtone.
Barana ku li başûrê rojhilata welêt tê payîn wê sibê di navbera 06.00-18.00î da li Şirnex û Hekariyê wek tavî bibare, li deverên bilind ên ser 2 hezar mêtreyî jî berf tê payîn. Divê welatî ji bo lehî, bager û berfê baldar bibin.