07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand ku di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de ji Fermandariya Hêzên Asîmanî 73 xebatkar ji kar hatin derxistin.
Li ser hesabê Twîtterê ya wezaretê der barê vê mijarê de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de ji Fermandariya Hêzên Asîmanî 73 xebatkar ji kar hatin derxistin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Derxistina ji kar bi hesasiyeteke mezin ve tê kirin. Leşkerên me yên qehreman ên ku girêdayî welat û gelê xwe ne, biserkeftî li ser wezîfeya xwe dixebitin. Artêşa me ji xayînên FETOcî paqij dibe, bêtir xurt dibe û xizmeta gelê xwe didomîne."