07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malbatên hêzên ewlehiyê yên li Hekarî, Şirnex, Manîsa û Wanê şehîd bûn ra telgrafa sersaxiyê şand.
Li gor agahiya ku hat hildan, ji malbata Serkan Bursali û Tolga Akdaşê onbaşiyên pispor ên li Çûkûrcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da şehîd bû, polês Alî Mulazimogluyê ku li Cizîra navçeya Şirnexê di operasyona dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê da birîndar bû û li nexwexaneyê şehîd ket ra, ji malbata polês Ramazan Yilmazê ku li Manîsayê di şerê biçek da birîndar bû û li nexweşxaneyê şehîd ket ra, ji malbata Mehmet Aladag, Îhsan Taş û Muzaffer Aladagê gundparêzên di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da şehîd ketin ra têlgrafa sersaxiyê şand.