Önder Beyter
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
ANKARA
Bi minasebeta 100emîn salvegera wefata Siltan Evdilhemîdê 2yemîn ê ku padşahê heyama herî dijwar ê Împaratoriya Osmanî bû, li Enqereyê konferansek hat sazkirin.
Di konferansa "Nêrîna Alema Îslamê li ser Xelîfe Evdilhemîd" a ku bi destê şaxa Enqereyê ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) hat lidarxistin da lêkolînerê Filistînî Dr. Mûsa Akkarî bal kişand ku Evdilhemîd bi têkoşîna xwe ya dijî Rojava û herwiha bi helwesta xwe ku xwedî li doza Filistînê derket va navdar bû. Akkarî wiha bal kişand, "Piştî Siltan Evdilhemîd heya roja îro tu padşahekî alema Îslamê helwesta wî ya li hemberî Cihûyan nîşan neda."
Akkarî bi taybetî bal kişand ser helwesta Evdilhemîd a dijî avakarê Siyonîzmê Theodor Herzl û ev gotina padşah bi bîr anî, "Xaka Filistînê malê min nîne. Ev der xaka alema Îslamê ye ku bi pere nayê firotan."
- "Osmanî ne dagirker, bereksê wê dewleta xizmetê ye"
Dîrokzanê Yemenî Doç. Dr. Ebdulxenî el-Ehcerî jî bal kişand ku nêrîna alema Îslamê ya ji bo Evdilhemîd, wekî ya ji bo dewleta Osmanî ye ku Osmaniyan bi tenê aramî û ewlekarî bo wê xakê ediland.
Echerî diyar kir ku ji bo Osmaniyan, Yemen derwazeya xaka pîroz bû ku ev yek ji bo wan gelekî girîng bû û wiha dewam kir, "Gelek xizmetên ku Evdilhemîd di salên 1900î da pêşkêş kir, hê jî hikûmetên me nikarin vê xizmetê pêşkêş bikin. Bereksê îdiayên hin neteweperestên Ereb, dewleta Osmanî ne dagirker bû, dewleta Osmanî ji wan ra xizmet kiriye."
- "Evdilhemîd yek ji serokên herî mezin ê dinyayê ye"
Lêkolînerê Libyayî Prof. Dr. Mihemed Elî Sallabî jî Evdilhemîd wekî "mirovekî pir mezin" pênase kir. Sallabî bal kişand ku Evdilhemîd li hemberî dijminên xwe timî bi zîrektiya xwe ser diket û wiha dewam kir:
"Evdilhemîd nemir. Nifşên îro ji têkoşîn û helwesta wî ji rêgez û nirxên wî îlhamê distînin. Evdilhemîd li dijî Rojava şer dikir, lêbelê mixabin di heman kêliyê da alim, zanyar û esker jî li dijî wî xebitîne. Xwezî yên din jî bi qasî Evdilhemîd bixebitiyana. Nexwe dewleta Osmanî wê nerûxiya, li hemberî Rojava aniha wê çik li ser piya bûya."
Sallabî diyar kir ku şerê Evdilhemîd ji bo doza Îslamê bû û wiha got, "Evdilhemîd yek ji serokên herî mezin ê dinyayê ye."