05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku li dijî şaxên bajaran yên rêxistinên terorê li 11 bajarên ku Tuncelî wek navend e, di heman demê da operasyon hat kirin û 65 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Midûriya Emniyeta Bajêr piştî xebatên îstixbaratê bi hev ra li dijî şaxên rêxistinên terorê PKK/KCK, TKP-ML/TÎKKO, MLKP, HBDHê yên bajaran lêpirsîn dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo 86 kesan di 4ê nîsanê da biryara binçavkirinê hat dayîn û wiha hat gotin:
"Tuncelî di serî da li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmir, Aydin, Kocaelî, Antalya, Edene, Diyarbekir, Meletye û Elezîzê li 139 adresên tesbîtkirî di heman demê da lêgerîn hat kirin û 65 kesên ku di nav wan da berpirsiyarên herêmê jî hene, hatin binçavkirin. Ji bo kesên ku li adresên xwe nebûn jî xebat berdewam dike ku ew jî werin girtin."