Türkan Tosun
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Germahiya hewayê li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li gor demsalê zêde bû, hin navçe û bajaran gihîşte 46 pileyan.
Li gor agahiya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê li giştiyê welêt hefta çûyî germahî di bin 40 pileyî da bû, ji roja yekşemê pê va 6-7 pile zêde bû.
Germahî li Diyarbekir, Şanliurfa û Sêrtê 43 pile, li Batmanê 44 pile, li Cizîra navçeya Şirnexê jî 46 pile hat pîvan.
Germahî ji ber ku li gor demsalê zêde bû welatiyên ji ber germê aciz bûn xwe avêtin cihên hênik, şev jî li ser banê xaniyan razan.
- "Em ji ber germê aciz in"
Sitki Kayayê (67) li Sûra navçeya Diyarbekirê dijî ji nûçegihanê AAyê ra got germahî îsal li gor salên berê zêdetir e.
Kaya got ew ji ber germê aciz dibin, roj li cihên hênik rûdinên û şev jî li ser banê xanî radizên.
Kaya wiha axivî: "Em ji ber germê aciz in. Li mal nayê sekinîn, em ji ber germê nikarin razên. Heta şev em li şaneşînê an jî li ser ban wextê xwe derbas dikin."
Zarokên li navçeya Sûrê jî dikevin hewzê Anzeleyê ya ku ji bo xemlê hatiye çêkirin û di nav vê hewzê da hênik dibin.
- Zarokên ku di hewz da hênik dibin, kêfxweş in
Zarokên ku bi derpî û kirasên xwe va dikevin hewz ji ber ku hênik dibin kêfxweş in.
Necar Alî Haydar Uyar jî got ji ber ku pir germ e wî kargeha xwe girtiye û hatiye li cem zarokan ku ew jî wek wan li Anzeleyê hênik bibe.
Prof. Dr. Nîzamettîn Toprakê Serokê Makezanista Beşa Kardiyolojiyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê got di rojên dawîn de ji ber germê hejmara nexweşan zêde bûye.
Toprak got heke nexweş, zarok, kal û pîr mecbur nebin bila di navbera saet 10.00 û 17.00an de dernekevin derva.
Prof. Toprak got kesên nexweşiya dil bi wan ra heye dema ku derketin derva divê pir baldar bin, kincên ku nahêlin ew xwêdan bidin bila li xwe nekin û wiha dewam kir: "Xwêdan mirovan rehet dike, di bedenê da dibe sedema balansê. Heke hûn nehêlin xwedan bidin ev mirin jî tê da dibe sedema gelek pirsgirêkan. Bi kincên rehet va derkevin derva, zêde avê vexwin."