12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ÎSTANBUL
Welatiyên ku di destên wan de alayên Tirkiyeyê hene û li ber Konsolxaneya Stenbolê ya Hollandayê ji bo ku Hollandayê protesto bikin kom bûbûn, hatin belavkirin.
Welatî li ber konsolxaneya li ser Kolana Îstîklala Beyogluyê kom bûn piştgirî dan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û ji ber ku destûr neda wezîrên tirk bertek nîşanî Hollandayê dan.
Komê dirûşmeyên wekî "Hollanda şaşiyê neke, bêhna me teng neke" û "Faşîst Hollanda" berz kir.
Ji ber ewlehiyê polêsan barîkat li ber konsolxaneyê danî, tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin û ji bo hatin û çûyînê destûr nehat dayîn.
Parlamenterên AK Partiyê yên Stenbolê Metîn Kulunk, Ravza Kavakçi, Harun Karaca, Şaredarê Beyogluyê Ahmet Mîsbah Demircan, Şaredarê Kagithaneyê Fazli Kiliç, Şaredarê Bagcilarê Lokman Çagrici jî beşdarî protestoyê bûn.
Welatiyan sirûda Îstiqlalê xwend û ji ber konsolxaneyê veqetiyan.