14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
ANKARA
Di operasyona ku hêzên ewlehiyê li çoltera Çukurcaya navçeya Hekariyê didomînin da li Çîleklî Tepeyê 7 terorîst hatin kuştin.
Sererkaniyê daxuyanî weşand û diyar kir ku li çoltera navçeyê operasyona hevkarî ya hêzên asmanî, bejayî, asmanî û yekîneyên topçî dewam dike.
Hat gotin ku di çarçoveya operasyonê da li Çîleklî Tepeya ser çoltera Çûkûrcayê di şikeftekê da terorîst hatin tespîtkirin û di encama gule û topbarandina ser şikeftê da li gor tespîtên ewil 7 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li herêmê tevlî van va heta niha 195 endamên rêxistinê hatin kuştin.