14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
VAN
Li Çataka navçeya Wanê teqemeniya ku ji hêla mensûbên PKKya rêxistina terorê di rê da hatibû bicihkirin dema derbasbûna wesayîta bizirx da hat teqandin.
Di bûyerê da tişt bi tu kesî nehat.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan teqemeniya ku ji hêla endamên rêxistinê va di rêya nêzî taxa Kaçîtê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayîta bizirx da hat înfilaqkirin.
Wesayîta bizirx ji ber teqînê zirar dît lê tişt bi tu kesî nehat.
Piştî êrîşê li herêmê operasyon dest pê kir.