22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
HAKKARÎ
Seyên perwerdekirî yên Fermandariya Cendirmeyê ya Hekariyê, di têkoşîna dijî teror û hişbirê de, ji hêzên ewlekariyê re dibin alîkar.
Seyên ku li Fermandariya Navenda Perwerdeya se-hespan a Cendirmeyê ya Nevşehîrê hatin perwerdekirin û şandin Hekariyê di lêgerîna mayin, bombe, hişbirê de zehf serkeftîne.
10 seyên perwerdekirî li Fermandariya Cendirmeyê ya Wîlayetê têne xwedîkirin.
Se di têkoşîna dijî terorê de se zehf serkeftî ne. Seyên ku di kontrolên ser rêbeja Hekarî-Wan û Çukûrcayê didine xebitandin rê nadin terorîstan.
Ji seyan "Erîk", "Akbaş", "Înce" û "Kivrim" ku heta îro tevlî 150 operasyonî bûn, cihên gelek teqemeniya dîtin û rê li pêşiya êrîşên terorê girtin.
Seyên narkotîkê "Buhar", "Bîngo", "Çevîk" û "Dîlbaz"a ku heta niha di operasyonan de alîkarî dan hêzên ewlekariyê bûn wesîleya desteserkirina 868 kîlogram esrar û 230 kîlogram eroînê."