Fatih Gazioğlu
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
VAN
Li Çaldirana navçeya Wanê wesayîtek eskeriyê welgeriya. Di qezayê da serpel Muhammed Can Sevim şehîd bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, wesayîta bizirx ya serpel Sevim jî tê de bû ji ber şiliyê welgeriya. Di qezayê da serpel Muhammed Can Sevim şehîd bû.
Cinazeyê şehîd Sevîm piştî merasîma li Wanê wê bişînine Nazîlliya navçeya Aydinê.