Nihat Kavşut
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê rêyên ku ji ber çal û çamûrê û toz û dûmanê zehmetî didan şofêr û welatiyan hatin qîrkirin.
Şaredariya Hekariyê ya bi biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî lê qeyyûm hat wezîfedarkirin xebatên xwe berdewam dike.
Cuneyt Epcîmê Wekîlê Şaredariya Hekariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li Hekariyê xebat û projeyên nû çêdikin.
Epcîm destnîşan kir li Hekariyê rêyên ku ji ber çal û çamûrê û toz û dûmanê zehmetî didan şofêr û welatiyan hatin qîrkirin û got bi saya xetên trafîkê him siqletiya ji ber trafîkê ji holê rabû û him jî rengê bajêr guherî.