Fatih Gazioğlu
10 Hezîran 2017•Rojanekirin: 11 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê ji bi turnuvaya 'basketbola kolanê' hat lidarxistin. Turnuva li behxçeyê Walîtiya Hekariyê hat kirin. Ji 24 tîman nêzî 84 werzîşkar beşdarî turnuvayê bûn.

Nûnerê Federasyona Basketbolê yê Bajêr Yakup Aktaş der barê turnuvayê de daxuyanieyek da û got ku wan di sezona 2016 û 2017an de heta niha 460 pêşbirk lêyîstine. Aktaş got ku wan di organîzsyona dawî de jî turnuvaya 'basketbola kolanê' lidarxist.

Waliyê Hekariyê Cuneyt Orhan Toprak, Fermandarê Tugaya Komando Çîya Tuggeneral Emre Tayanç, Fermandarê Cendermeyên Bajêr Ferdî Korkmaz, Midûrê Spor û Xîzmetên Ciwaniyê Reşît Guldal û gelek welatiyan beşdarî turnuvayê bûn û temaşe kirin.