Türkan Tosun
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li Wan, Bidlîs û Mûşê rêya 390 tax û gundan ji ber berf û bagerê hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê li giştiyê bajêr ji ber berf û bagerê rêya 127 taxan hat girtin.
Tîm dixebitin ku li Baxçesarayê rêya 68 taxan, li Başkaleyê rêya 25 taxan, li Gevaşê rêya 13 taxan, li Gurpinarê jî rêya 21 taxan vekin.
- Mûş
Li Mûşê jî ji ber berf û bagerê rêya 75 gundan hat girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeymus Yentur daxuyand ji bo ku rêya gundan bê vekirin tîm dixebitin.
Yentur got bi 57 makîneyên kar û 98 xebatkaran va ew hewl didin rêyan vekin.
- Bidlîs
Li gor daxuyaniya Walîtiya Bidlîsê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rêya 188 tax û gundan ên ji ber berf, bager û şepeyê hatine girtin bên vekirin dixebitin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Adem Aydogdu got bila welatî îxbarên derew nekin, lewra ev îxbar nahêlin ku ew karê xwe yên eslî bikin.
Aydogdu got ji bo rêya 188 tax û gundan di demke din da bê vekirin tîm dixebitin.