06 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê di qezaya trafîkê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku şofêrê wê Abdullah Çoban û plaqeya wê 63 B 0037li ser rêya Şanliurfa-Mêrdênê li xaçerêya Koylukentê li wesayîta ku şofêrê wê Hasan Ertem û plaqeya wê 34 GC 9346 bû qelibî. Ji ber şideta lihevqelibandinê wesayîta ku û plaqeya wê 63 B 0037 bû welegeriya.
Di qezayê de şofêr Çoban, Arif Ogunç û Abbas Ateşê ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet akîf Înan.