Türkan Tosun
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ji dervayî welêt û nav welêt 70 akademisyen wê beşdarî "Sempozyuma Navneteweyî ya Ji Rabirdûyê Heta Roja Me li Urfayê Muzîk" bibin.
Şaredariya Mezin a Şanliurfayê sempozyumê amade dike.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Emîn Ozçinar di civîna çapemeniyê da got bajarê Şanliurfayê bi çand, dîrok û civaka xwe va li cîhanê navê xwe daye bihîstin, lê ji bo ku di qada muzîkê da jî bigihêje asteke baş wek şaredarî ew hewleke mezin didin.
Ozçinar got ji dervayî welêt 6 kesan, ji nav welêt jî 70 kesan bi tevahî 76 danezan şandine ji bo sempozyumê û wiha axivî: "Ji van 66 ji hêla lijneya zanistê va hatine qebûlkirin. Mijara 5 heban di arkeolojiyê da muzîk, ya 4 heban di civaknasiyê da muzîk, ya 5 heban di psîkolojî û felsefeyê da muzîk, ya 8 heban tesewif û musîkiya dînî, ya 4 heban edebiyat û muzîk, ya 40 heban perwerdeya muzîkê, biyografiya muzîsyenan û mijarên din ên muzîkê ne."
Ozçinar anî ziman sempozyum wê 4 rojan dewam bike û got di sempozyumê da muzîka Rihayê, civaknasî, dîrok û berhemên çandî yên bajêr bi van danezanan ra wê bên axaftin û bikevin nav qeydan.
Di çarçoveya sempozyumê da li Xana Gumrikê û Girê Mirazan wê konsera "Stranên Urfayê yên Senfonîk" wê çêbibe.