Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
TBMM
Rewşa Derasayî (OHAL) ya ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016an a FETOyê di 21ê Tîrmeha 2016an de hatibû îlankirin û 3 mehan carekî bi tevahî 7 caran hatibû dirêjkirin, îşev saet 01.00an pê va dawî bû.
Tezkereya Serokwezîrtiyê ya ku der barê biryara OHALê da di 21ê Tîrmeha 2016an de hat amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin.
Li Lijneya Giştî ya Meclisê di heman rojê da li ser tezkereya OHALê civîn hat kirin.
Piştî civînê biryar hat dayîn ji 21ê Tîrmeha 2016an roja pêncşemê saet 01.00an pê va 90 roj rewşa derasayî bê îlankirin.
Dema rewşa derasayî da li hember rêxistinên terorê yên wek FETO, PKK û DEAŞê têkoşîneke berfireh hat kirin.
Hat tespîtkirin endamên FETOyê di nav Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirkiyeyê da bi cih bûne û ji bo ku ew bên dîtin hewcedarî bi demê heye.
Ji bo vê Meclisê biryar da ku rewşa derasayî car din bê îlankirin. Li ser vê rewşa derasayî di 19ê Cotmeha 2016an de, di 19ê Çileya Paşîn a 2017an de, di 19ê Nîsana 2017an de, di 19ê Tîrmeha 2017an de, di 19 Cotmeha 2017an de, di 19ê Çileya Paşîn a 2018an de û herî dawîn jî di 19ê Nîsana 2018an de 7 caran hat dirêjkirin
Li gor Qanûna Bingehîn heke dema OHALê hatibe asta xilasbûnê û tezkere pêşkeşî Meclisê nehatibe kirin ku ew car din bê dirêjkirin, OHAL xwe bi xwe ji holê radibe.
Li gor vê li welêt OHALa ku di 21ê Tîrmeha 2016an de hatibû îlankirin û 3 mehan carekî bi tevahî 7 caran hatibû dirêjkirin, îşev saet 01.00an pê va dawî bû.