21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 12 şikbar hatin girtin.
Di operasyona ku çarçoveya lêpirsîna Ufuk Can Gazezogluyê Dozgerê Sûcên Rêxistînî û Terorê ya Stenbolê rê va dibe da T.G, Î.Î, E.O, E.C, F.Y, C.A, R.N, O.O.K, E.S, C.G, E.B û Ş.A hatin binçavkirin. Di nav şikbaran da berpirsiyarê medyaya DEAŞê yê Stenbolê jî heye.
Karûbarên li ewlekariyê şikbaran hat temamkirin û sewqî dadgehê kirin. Dadgeha nobedar biryar da ku 12 şikbar jî bên girtin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyabûn û di lêgerînê da gelek amurên dijîtal, dokumanên rêxistinê û debançeyek dîtibûn.