Ahmet Aydın
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
SÎÎRT
Li Pervariya navçeya Sêrtê, siruşt bi rengên payîzê balê dikişîne ser xwe.
Darên ku rengên wan ji keskê ber bi rengên zer û sor ve guherîne, digel xuşîna cobaran bala siruşhezan dikişîne.
Şaredarê Pervariyê Tayyar Ozcan anî ziman ku weke hersal îsal jî bi hatina payîzê re navçe bi rengên nû xemilî.
Ozcan destnîşan kir ku ew rengên siruştî ziyaretvanan dikişîne bal xwe ve û got, "Ji bo dîtina dilrevîniya payîzê, em geştiyarên navxweyî û biyanî, herwiha wênehezan dawetî navçeya xwe dikin."
Ji welatiyan Ugur Eren jî tekezî li wê yekê kir payîz dîmeneke bêhempa bi navçeyê dibexşîne û got, "Herçiqas payîz bi dûv xwe de zivistaneke dijwar tîne jî, di vê demsalê de em têr ji xwe re digerin."