17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê 2 ton û 775 kîlo teqemeniya bidestçêkirî ya ku di hundirê 15 jê tûpên pîşeyê 30 tûpî da hatibûn veşartin û 2 guleyên topa obusê hatin qefaltin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ji bo rê li ber xebat û çalakiyên PKK/KCKa rêxistina terorî bê girtin dijî rêxistinê operasyon didomin. Ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr ra xeber hat ku mensûbên rêxistina terorî li herêma çiyayî ya ser Taxa Babacanê navçeya Muradiyeyê teqemenî veşartin.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê jî li ser vê dest bi operasyonê kirin û di encamê da 2 ton û 775 kîlo teqemeniya bidestçêkirî ya ku di hundirê 15 jê tupên pîşeyê 30 tûpî da hatibûn veşartin û 2 guleyên topa obusê hatin qefaltin û li wir hatin îmhakirin.