11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku ji ber bûyerên terorê gelek xanî û dikan xera bûn heyata rojane hêdî hêdî aram dibe.
Li Yuksekovayê piştî ku qedexeya derketina derva di 13ê adarê da hat îlankirin û operasyonan dest pê kir, piştî rakirina qedexeyê li taxên Cumhuriyet, Eskî Kişla, Orman, Mezarlik, Dize, Gungor, Kanî Haydar û Kurukoyê zirara ku rêxistina daye dikan û xaniyan derket holê.
Esnafên ku ji ber qedexeyê nekarîn dikanên xwe vekin piştî ku qismî be jî qedexe rabû dikanên xwe vedikin.
Ji ber bûyeran di gelek xanî û dikanan da xisar çêbûye û welatî hêdî hêdî bi derfetên xwe xanî û dikanên xwe çêdikin.
- Her mehê 750 lire alîkariyê bidin malbatan
Wek mayîn komisyona ku ji wezîfedarên Qaymeqamtî, Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê, Midûriyeta Mal, Odeya Pîşesaz û Bazirganan a Yuksekovayê, Odeya Esnaf û hunermendan pêk tê xebatên tesbîtkirina zirarê didomînin.
Li gor agahiyên ku ji Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Qaymeqamtiyê (WPAC) hatin sitandin, di 3 mehên dawîn ên ku qedexeya derketina derva hebû da 200 hezar lire alîkariya peretî dane 500 malbatên mexdûrê terorê, alîkariya xwarin û xurekê dane 13 hezar malbatî.
Piştî ku qedexeya derketina derva wek qismî hat rakirin ji welatiyên ku vegeriyan warê xwe 11 hezar û 764 kesî serî li WPACê xist. Wek mayîn ewê mehê 750 lire alîkariya peretî bidin malbatên ku malên wan xirab bûne û nikarin tê da rûnin.