20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
IGDIR
Li Îdirê di operasyona hişbirê da bi îdiaya hişbir amade kirine 2 kes hatin biçavkirin.
Li gor agahiyan ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Îdir û Tuzlucayê li ser îxbara li gundê Kulayê hişbirê amade dikin derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin di operasyonê da lêgerîn hat kirin û di lêgerînê da 5 kîlo û 679 gram esrar, 50 kok kirkirk, qirmeyeke bêruxsat û demançeyeke bêruxsat hat qefaltin.
Hat diyarkirin ku 2 kes jî hatine biçavkirin.