20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
ANKARA
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê li herêmên Zap û Avaşîn-Basyanê dijî kampên PKKyê derketin operasyona esmanî û di operasyonê da kozikên çekan, sitargeh û depoyên çek û cebilxaneyan hatin îmhekirin.
Li gor agahiya ku ji TSKê hat dayîn hereketa esmanî birin ser herêmên Zap û Avaşîn-Basyanê yên li bakurê Iraqê.
Di operasyona esmanî ya ser mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker de gelek kozikên çekan, sitargeh û depoyên çek û cebilxaneyan hatin îmhekirin.
Piştî operasyonê balafirên şer vegeriyan baregehên xwe.