Türkan Tosun
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
TBMM
Meclis heta 1ê Cotmehê roja duşemê wê tetîl be.
Cîgirserokê Meclisê Mustafa Şentop piştî Teklîfa Qanûnê ya di Qanûna Eskeriyê, Hin Qanûnan û BHQyan de Guherînê dike axivî û got Meclis ji îro pê va tetîl e.
Şentop behsa hilbijartinên 24ê Hezîranê kir, got Meclis piştî hilbijartiê vebû û şahidiya rojên dîrokî kir.
Şentop bi bîr xist Serokomar, Alîkarê Serokomar, parlamenter û wezîran li Lijneya Giştî ya TBMMyê de sond xwarin û Tirkiye ji sîstema parlamenteriyê derbasî Serokomariyê bû.
Şentop got Bînalî Yildirim bû Serokê Meclisê, endamên komîsyona îxtisasê û Dîwana Serokatiyê hat eşkerekirin û du teklîfên qanûnê wekî qanûn hatin qebûlkirin.
Şentop anî ziman piştî van gavan Meclisê dest bi wezîfeya xwe kir û spasiya hemû parlamenter û xebatkarên Meclisê kir.
Piştî axaftina Şentop wêne hatin kişandin û Meclis heta 1ê Cotmehê roja duşemê saet 14.00an hat tetîlkirin.