Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Yerlan Îdrîsovê ku ji bo têkiliyên fermî hat Tirkiyeyê re li Wezareta Karên Derve civîna hevpar a çapemeniyê kir.
Çavuşoglu der barê bûyerên ku li Cizîrê qewimîn de jî wiha axivî:
"Kengî di hin mijaran de hin pêşketin çêbe, ev pêvajoya çareseriyê jî di nav de, hûn dibînin ka provakasyonek derdikeve. Dema em li bûyerên li Cizîrê dinêrin jî, çawa destpê kiriye û di nav kî de derketiye jî em dibînin ku provokasyoneke dualî ye. Hem Serokomarê me hem jî Serokwezîrê me bi awayekî teqez gotin ku dê destûr nedin tu provokasyonên bi vî awayî."
- Qeyrana Sûriyeyê
Çavuşoglu der barê hevdîtinên tê plankirin ku di mijara Sûriyeyê de li Moskowayê bê kirin de jî diyar kir ku Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê nûnerê meşrû ya gelê Sûriyeyê ye. Çavuşoglu wiha got: "Dema veguherîna li Sûriyeyê tê pêkanîn, Rûsya û Îran jî di nav de divê tu welatê dûr nexin. Divê piştgiriya her kesê di veguherîna siyasî de hebe. Ji ber vê yekê normal e ku muxalefet û Rûsya bi hev re hevdîtinê bikin."
-Qezayên keştiyan
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu da zanîn ku ji ferîbota bi navê "Norman Talantic" a dema ku ji Lengergeha Patrayê ya yewnanistanê diçû Îtalyayê tê de şewat derket de, 13 welatiyên tirk hatin xilaskirin, di bûyerê de tu welatiyên tirk nemirin.
Çavuşoglu got ku keştiya barê ya bi navê "Gookbel" a ku bandiraya tirkan li ser e jî di encama qezaya ku kir de, noqî avê bû. Çavuşoglu got ku "Di vê qezayê de jî 2 welatiyên me mirin û 5 welatiyên me hatin xilaskirin lê belê hê jî 4 welatiyên me winda ne. Ji 5 welatiyên me yên birîndar rewşa yekî xedar e. Welatiyên me yên din ên birîndar dema ku ji nexweşxaneyê hatin derxistin dê wan ji ser Golognayê re bînin Tirkiyeyê."