22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
KILÎS
Ji Kilîsê ber bi herêma ku li Sûriyeyê li dijî hedefên terorê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê dewam dike, top tên agirkirin.
Di roja sêyemîn a operasyona ku Artêşa Sûriyeya Azad jî beşdariyê dike da bi gulebarana topan va alîkariya yekîneyên ku ber bi hedefên li Efrînê nêzîk dibin, tê kirin.
Dengê teqîna van topan ji navenda bajarê Kilîsê û herwiha car caran jî ji hin gundên ser hidûdê Hatayê tê bihîstin.
Di vê navberê da wext wextî bo yekîneyên ser sînor teqwiyeya wesayitên eskerî tê kirin.