19 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ANKARA
Lijneya Bilind a Radyo û Têlevîzyonê (RTUK) der heqê êrîşa terorî ya li ber Qaymeqamtiya Beyogluyê qewimî da qedexekirina weşanê ya berwext derxist.
RTUKê daxuyanî da û xala 7emîna Qanûna Der Barê Xizmetên Weşan û Sazîkirina Radyo û Têlevizyonan ya bi jimara 6112 û ku di 15ê Sibata 2011î de hatibû qebûlkirin bi bîr xist.
Hat ragihandin ku di çarçoveya ewlehiya neteweyî de dema hewcedarî çêbibe ji bo pergala raya giştî tevlihev nebe qedexekirina weşana zindî dibe ku bê dayîn.
Biryarên berê hatibûn dayîn hatin bibîrxistin û hat ragihandin ku di heman çarçoveyê de ji bo silametiya jêpirsînê li ser agahî, dîmen, wêne û mijarên din ên der barê bûyer, mirî û birîndaran de qedeqeya berwext a weşanê hat dayîn.