17 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
MUŞ
Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Mûşê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Xebatên ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji vekirina rêya 48 gund û gelek goman dabûn destpêkirin dewam dikin.
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Gişkî yê Îdareya Taybet a Bajêr li Karlidereya gundê navenda Mûşê xebatên ekîban teqîb kir û diyar kir ku li ciyên bilind qalidiya berfê xwe digihîne 2 metreyan û ekîb di şertên zor da dixebitin.
Yentur destnîşan kir ku ji ber ba û bagerê makîne bi zorê dixebitin û wiha got: "Ji ber berfa ku ev 5 roj e dibare rêya 368 gund û 250 gomên me hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr 24 saetan bênavber dixebitin, hetanî îro saet 10î rêya 320 gundên me hat vekirin. Lê belê ji ber ba û bagerê me xeber hilda ku rêyên ku tên vekirin jî demekê şûnda tên girtin. Nika rêya 48 gundên me girtî ye. Ku wiha dewam bike Înşaellah emê hetanê êvarê hemû rêyên girtî vekin."
Yentur destnîşan kir ku bi 47 makîne û 85 xebatkaran va xebatên xwe didomînin, li navenda bajêr qalindahiya berfê 110 santêm hat pîvandin.