09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
MARDÎN
Li Savûra navçeya Mêrdînê 7 berşikên ku di çarçoveya lêpirsîna dijî rêxistina terorê PKKyê da hatin binçavkirin yên ku di navê da Şaredarê Savûrê yê DBPyî Mehmet Aydin Alokmen jî heye, sewqî edliyeyê kirin.
Ekîbên cendirme û polêsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da li Şaredariya Savûrê û herwiha li hin adresan lêgerîn pêk anîn, tevî Şaredarê Savûrê Alokmen, S.Î, Ş.A, H.O, M.Z.G, O.A. û Î.O. binçav kirin.
Hat ragihandin berşikên ku li ewlekariyê miemeleyên wan kuta bû, sewqî edliyeyê kirin û li vir jî dozger dest bi wergirtin îfadeya wan kir.
Di çarçoveya lêpirsîna dijî rêxistina terorê PKKyê da di 25ê sibatê da operasyonek hatibû lidarxistin û tevî Şaredarê Savûrê yê DBPyî Mehmet Aydin Alokmen, 7 berşik hatibûn binçavkirin. Dîsa di lêgerîna li adresên berşikan da weşan, dokumen û materyalên dîjîtal yên rêxistinî hatibûn qefaltin.