Türkan Tosun
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
BRUKSEL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Brukselê wê bi Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê re hevdîtinê bike.
Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Serokên Hikûmetan û Dewletên NATOyê bibe li Bruksela paytextê Belçîkayê ye.
Serokomar Erdogan wê di çarçoveya bernameya NATOyê da civîn û hin hevdîtinan bikin.
Erdogan wê li Wîltcher's Steîgenberger Otelê bi Serokwezîrê Fransayê Macron re bê bal hev.
Piştî hevdîtina bi Macron re Erdogan wê li Avahiyê Baregeha NATOyê wê bi Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê re bê bal hev.
Erdogan pişt re wê li Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê re hevdîtinê bike.