Ahmet Aydın
27 Gulan 2017•Rojanekirin: 28 Gulan 2017
ISTANBUL
Lijneya Rêveberiya Kulûba Galatasarayê biryar da ku navê Areneya Turk Telekomê biguhere.
Lijneya Rêveberiya di civînê de biryar da ku navê Arenaya Turk Telekomê ya ku di nava Komelgeha Werzişê ya Alî Samiyenê de ye, weke Stadyuma Turk Telekomê biguherê.
Serokê Kulûbê Dursun Ozbek anî ziman ku li ser bangawaziya Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku xwestibû îfadeya "Arena"yê bê rakirin ev kar kirine û got, "Ji ber daxwaza Birêz Serokomarê me, me navê tesîsa xwe weke, Stadyuma Turk Telekoma Komelgeha Werzişê ya Alî Samiyenê guhert.