Haydar Şahin
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
STOCKHOLM
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladîmîr Pûtînê Serokê Rûsyayê piştî hevdîtina li Helsînkiya paytextê Fînlandiyayê di civîna çapemeniyê ya hevpar da daxuyanî dabûn, Margot Wallstroma Wezîra Karên Derva ya Swêdê û Carl Bîldtê Wezîrê Karên Derva yê Swêdê yê berê daxuyanî rexne kirin.
Wallstroma Wezîra Karên Derva ya Swêdê daxuyanî da SVTya televizyona dewletê ya Swêdê û got, "Aliyê Amerîkayê ji bo îlhaqkirina Qirimê bi destê Rûsyayê bi awayekî dereqanûnî tiştek negot."
Wallstromê bal kişand ser wê yekê ku di hevdîtina herdu serokên dinyayê da Amerîkayê qet Rûsya rexne nekir û wiha axivî: "Helwesta me ew e ku bi diyalogê rageşî were kêmkirin lêbelê di vê civînê da mixabin tu pirsgirêkek neanîn rojevê."
- "Trump zehf zeyîf ma"
Carl Bîldtê Wezîrê Karên Derva yê berê jî îdia kir ku Trumpê Serokê Amerîkayê qasî ku bibe sedema fikaran zeyîf ma. Bîldt got, "Trump ji bo siyaseta Ûrisan gotinek negot û rexne nekir."
Bîldt diyar kir ku Trump di hevdîtinê da li ser hemdê xwe nebû û wiha axivî: "Trump der barê Ukraynayê da tu tiştek negot. Li ser Sûriyeyê tiştek nahat gotin. Trump li ber Pûtîn qasî ku bibe sedema fikaran zeyîf ma. Pûtîn wek hakim xuya dikir."