17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
GAZÎANTEP
Hirç û pilingên li Baxçeyê Heywanan a Gazîentabê ji ber germahiya hewayê piraniya roja xwe di hewza avê da derbas dikin.
Li bajêr bi roj germahiya hewayê xwe digihîne 35 pileyan ji ber vê jî heywanên li baxçê zehf di tesîrê da dimînin.
Heywanên ku roja xwe di qefesan da derbas dikin gelek caran ji nav avê dernakevin û xwe hênik dikin.
Serokê Daîreya Parastina Jiyana Sirûştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Celal Ozsoyler daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heywan di germahiya havînê da roja xwe di na avê da derbas dikin ku hênik bibin, pirî caran alifê xwe jî di nav avê da dixwin.
Ozsoyler destnîşan kir ku havînê ji bo heywanan kokteylên mêweyan amade dikin û wiha pê da çû:
"Baxçeyê Heywanan a Gazîentabê baxçeyekê wisaye ku ji bo jiyana heywanan weke ciyê wan ê sirûştî ye. Di her demên salê da heywan di rihetiyê da dijîn. Di rojên germ ên havînê da hirç û piling ji avê hez dikin û ji nav avê dernakevin. Em car caran goşt û mêweyên cemidandî didin wan. Deve û çêlikên deveyî jî bi destê şivanan tên şilkirin ku hênik bibin."