BÛRSA
Hirça ku hat navçeya Înegola Bûrsayê kesekî birîndar kir. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin tîmên polêsan yên ku dewriye digeriyan berê sibê li navenda navçeyê hirçekî ku digere dîtin û dan pey hirçê.
Hirç ber bi Parka Çandê ya Hîkmet Şahîn ve reviya û paşê ji parka çanê derket çû Bulwara Ataturkê û ji wir jî çû Parka botanîkê ya li Taxa Orhaniyeyê. Piştî teqîbeke dirêj tîmên şaredariya Înegolê li Taxa Sînanbeyê bi derziyên hişbirê hişê hirçê birin.
Tîmên zabiteyan û polêsan li ba hirçê man û hirç ji texmînan zûtir hat ser hişê xwe. Hirç dema hat ser hişê xwe zabite Ahmet Yalina ku li ba wî sekinîbû ji mil û lingê wî birîndar kir.
Hirç ji vir dîsa reviya û çû Kolana Mûratbeyê û dîsa bi derziya hişbirê hişê hirçê birin. Hinek xwarin danîn li ba hirçê û wî li Bogazovayê nêzî daristanê berdan.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Ahmet Yalinê ku tê tedawîkirin, baş e.