Fatih Gazioğlu
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 27 Nîsan 2019
Li Şavşata navçeya Artvînê kudikekî hirçê yê ku li ser darê asê mabû ji hêla welatiyekî va hat xilaskirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li gundê Koyunluya Jêr kudikekî hirçê ji ber kuçikan tirsiya revî û derket ser darê û piştra li wir asê ma.
Ji gundiyan Aşkin Gumuş li ser vê hat herêmê û kûçikên derûdor ji darê dûrxistin. Gumuş paşê derket ser darê û kudikê hirçê anî xwarê.
Aşkin kudikê hirçê teslimî tîmên Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Artvînê kir.
Hat ragihandin ku rayedar wê kudikê hirçê piştî demekê li ciyekî ewle berdin daristanê.