Türkan Tosun
21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) ragihandin ku wan îro hin seferên xwe yên Şirnexê ji ber sedemên operasyonel betal kirine.
Di daxuyaniya ku di malpera THYyê da hat weşandin, hat diyarkirin ku ji ber sedemên operasyonel seferên Şirnexê, yên di navbera Balafirgeha Sabîha Gokçen, Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê, Balfirgeha Esenbogayê ya Enqereyê hatin betalkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "rêwî dikarin beriya seferên xwe ji malpera 'www.turkishairlines.com'ê û an jî têlefona '444 0 849'ê der barê seferan de agahiyê hildin".