Türkan Tosun
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
KILİS
Sûriyeyiyên ji bo Eyda Remezanê çûbûn welatê xwe, vedigerin Tirkiyeyê.
Çûyina penaberan di 18ê Gulanê da dest pê kiribû, ew ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê ya Kilîsê çûbûn welatê xwe.
Vegera penaberan ya piştî eydê dewam dike.
Penaberên ku çûbûn welatê xwe ji Deriyê Gumrukê ya Essalameyê ya Sûriyeyê derbas dibin û di bin kontola polêsan tên Tirkiyeyê.
Qeyda penaberan li herêma tampon a ku ji hêla Midûriya Bajêr a Îdareya Koçê va hatiye avakirin tê kirin, ew otobêsan tên sîwarkirin û li ber Deriyê Sînor ê Oncupinarê tên peyakirin.
Rayedar li vir nasnameya wan kontrol dikin û destûrê didin ku ew derbasî Tirkiyeyê bibin.
Şerîf Cuma ji nûçegihanê AAyê ra got ew piştî demeke dirêj çûye welatê xwe ku eydê bi eqrebayên xwe ra derbas bike.
Cuma got ew mehekî li welatê xwe maye, dê, bav, xwîşk û birayên xwe dîtiye û spasiya rayedaran kir ku destûr dane wan.
Rayedaran daxuyand ji îro pê va 41 hezar Suriyeyî vegeriyan Tirkiyeyê, heta mesaî biqede ev hejmar wê bigîhîje 42 hezarî .
Ji bo Eyda Remezanê 52 û 114 hezar Suriyeyî çûbûn welatê xwe.