Önder Beyter
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
ANKARA/VIYENTIYAN
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Serokwezîrê Laosê Thongloun Sisoulith ra hat cem hev.
Wezîr Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya yekemîn a ji bo welatê Laosê da li paytext Viyentiyanê li avahiya Serokwezîriyê bi Serokwezîrê Laosê Sisoulith ra hat cem hev.
Di hevdîtina ku di navbera heyetan da hat kirin da Balyozê Tirkiyeyê li Viyentiyanê Ahmet Îdem Akay jî amade bû.
Di hevdîtinê da Çavuşoglu û Sisoulith li ser peywendiyên dualî yên Tirkiye û Laosê yên di warê siyasî, aborî û bazirganiyê da sekinîn.
Ji xeynî vê, di hevdîtinê da terefê Laosê ragihand ku welatiyên Tirkiyeyê di ziyareta xwe ya Laosê da êdî bikaribin li ser sînor jî vîzeyê werbigirin.