Abdullah Tel
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber berfa ku barî welatî rastî hin tengasiyan hatin.
Li navçeyê duh êvarê baranê dest pê kir û ber destê sibehê jî berfê da ser. Ji ber barîna berfê şofêrên di rêyan da bûn zehmetî kişandin.
Ji şêniyên navçeyê hin kesan berfa ser wesayîta xwe paqijkirin û paşê bi brandayê ser wesayîta xwe girtin.
Rayedaran jî bi taybetî xwest ku bila kesên ji Yuksekovayê ber bi Wan û Hekariyê va diçin bi baldar bin û bê tewdrî dernekevin rê.