14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Di ziyareta xwe ya Serokatiya Parêzgeha Hekariyê ya AK Partiyê da Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu xîtabî endamên partiyê kir û got ku PKK rêxistineke xaîn û dijminê mirovahyê ye.
Soylu bal kişand ku ev êrîş û êrîşên berê dê aqûbeta rêxistina terorê ya xaîn neguherîne û wiha pê da çû:
"Nebî nebî tukes vê rêxistinê êdî li ber çavê xwe mezin bike. Ez ji vir eşkere û zelal ji partiya ku parêzvaniya nêrînên wan dike, dipirsim; PKKya ku hûn eşkere piştgiriyê didinê, Qendîla ku hûn diçin û piştevaniya wan werdigirin, ev merivên ku hûn telîmatê jê distînin, dema ku ev rêxistina terorê ava kirin û bi şûnda ka gihîştin kîjan armancên xwe, nexêr tu armanceke xwe bi cih neanîn, sifir. Hûn merivan direvînin dibin çiyê dikin terorîst û paşê jî hûn diçin ser cinazeyê wan. Qaşo hûn diçin şîna wan. Ma hûn ji malbatên wan ra çi dibêjin? Hûn li meydanan digerin û dibêjin, em siyasetmedarên kurd in, hûn parlementer in, şaredariyên we hene. We kîjan rê çêkir? Salonên werzişê yên ku we ji bo ciwanên vî miletî çêkirine, ka li ku ne? Ka navendên ciwanan, salonên xwendinê, sînema, şano? Ma balafirgeh hene ku hûn piştgiriyê didin çêkirina wê?"
"Li vê derê bi tenê hevserokek heye ew jî Hekarî bi xwe ye"
Wezîr Soylu got ji bo ku pirsgirêkên Hekariyê çareser bikin dixebitin.
Soylu diyar kir ku ji bo pêşxistina şertên jiyanê yên Hekariyê hewl didin û wiha pê da çû:
"Di mehên îlon û cotmehê da em ê ava ku bi salan e nikaribûn bianîna bajêr bînin û hewcedariya merivan bibînin. Bira qet tirsa we tunebe em ê rêyan jî asfalt bikin. Lewra li vê derê hevserok tune. Li vê derê bi tenê hevserokek heye ew jî Hekarî bi xwe ye û hekariyî ne. Balafirgeh û rê ji bo ku neyê çêkirin wesayît dişewitandin, mitehîd, endezyar û xebatkarên wan direvandin hene? Belê hene. Kesên ku ji gel dipirsîn ku piştgiriyê didin rêxistinê a nadin û heyatê li wan heram dikin hene."
Di têkoşîna terorê da hemleya teknolojiyê
Suleyman Soylu bal kişand Tirkiye gav bi gav ber bi hedefên xwe yên 2023, 2053 û 2071ê va diçe.
Soylu got ku yên ku vê tehemmul nakin hene û wiha got: "Dibêjin ku (Em naxwazin Tirkiye pêş bikeve û her ku em ji Tirkiyê ra astengiyê derdixin, hem Tirkiye xurt dibe û hem piştgirên Recep Tayyîp Erdoganê serokê wê zêde dibin, em tehemmul nakin. Ji ber wê em li dijî Tirkiyeyê şideta xwe zêde dikin), lê şideta millet jî li dijî wan zêde dibe."
Soylu diyar kir ku wan dîwarên hemû sînoran înşa kirin, ji vir şûnda derbaskirina malê terorîstan, derbaskirina çekan wê nebe û wiha dewam kir:
"Ji aliyekê va em ji Agiriyê va, Tendurekê va, Îdirê va hemû sînorê xwe dixin bin kontrolê û em ji bo vê biryardar in. Em ê di meha sibat û adarê da hemleyeke teknolojiyê ya wisa bikin ku, hûn ê bibînin wê newêribin ji şikeftan jî derkevin."